ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Bajarê pêşesazîyê yê Pervîzxanê bi pişkdarîya Îranê tê avakirinê

Rêvebirê giştî yê derîyê sînorê yê Pervîzxanê li Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku bajarê pêşesazîyê yê Pervîzxanê bi alîkarîya Komara Islamî ya Îranê tê avakirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Tewfîq Rêvebirê giştî yê derîyê sînorê yê Pervîzxanê got: Darêştina plana şarê pêşesazîyê yê Pervîzxanê kuta bûye û ew bajarê pêşesazîyê dê bi zûtirkê bi pişkdarîya pişka nedewletî ya Komara Islamî ya Îranê û şîrketeke Herêma Kurdistanê were damezirandin.

Tewfîq herwiha got: Li bajarê pêşesazîyê yê Pervîzxanê zemîneya berhemanîna kel û pelên pêşeyî û yên ku rojane ji Îranê ber bi Herêma Kurdistanê ve tên şandinê hatîye pêkanînê û ev yeka dê bibe sedema berfirekirina hevkarîyên aborîyê yên di navbera her du alîyan de.

Li gorî gotina Rêvebirê giştî yê derîyê sînorê yê Pervîzxanê, biryara damezirandina şarê pêşesazîyê yê Pervîzxanê sala buhurî dema seredana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bo Têhranê de hat dayînê.

Rêvebirê giştî yê derîyê sînorê yê Pervîzxanê pêgirî kir ku ji hefteya bê va derbasbûna kamyonan ji vî derîyê sînorî bo Herêma Kurdistana Iraqê destpê bibe.

Tewfîq herwiha got: Berfirekirin û pêşxistina derîyê sînorî yê Pervîzxanê pêngaveke girîng li berfirekirina peywendî û danuistandinên aborîyê di navbera Komara Islamî ya Îranê û Kurdistana Iraqê de ye.

Başa dön tuşu