EwropaNûçeRojhilatanavin

Rêxistina Efûya Navneteweyî: Rewşa penaberan li Yewnanê bitehlûke ye

Rêxistina Efûya Navneteweyî roja pêncşemiyê bi weşandina raporekê nivîsî: Piraniya 60 hezar penaberên ku li Yewnanê dimînin di rewşeke metirsîdar û aloz da dijîn û ketine ber rewşekê ku dikarî pêşî lê bihata girtin.

Vê rêxistinê li rapora xwe ji Ewropayê ji ber bêsoziya li warê parvekirin û bicihkirina penaxwazan di navbera welatên endam rexne kiriye û ragihandiye ku tenê şeş hezar kes yanê ji sedî 6`ê ji 66 hezar û 400 penaxawzên aware li Yewnanê li welatên ewropî hatine bicihkirin.

Giyorgês Kosmopolos lêkolînerê karûbarên penaber û koçberan li nivîsgeha Rêxistina Efûya Navneteweyî li Atinê jî îro got: Lêkolîna me ya herî teze nîşan dide ku du salan piştî destpêkirina qeyrana penaxwazan li Yewnanê ev kesana hema wisa di rewşeke aloz û bitehlûke da dijîn. Jiyana wan li ser pêleke ji tirs û şikê li bara pêşerojê ye. Wî her viha got: Yekîtiya Ewropayê bi 500 milyion gelheya xwe nikare rewşeke minasib ji bo komeke biçûk a penaberan dabîn bike`.

Rêxistina Efûya Navneteweyî li rapora xwe ya îro ji Yewnanê xwestiye ku rewşê ji bo penaberan baştir bike û ji welatên ewropî jî xwestiye ku pêvajoya dabeşkirin û bicihkirina penaxawzan bilezînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu