NûçeRojhilatanavinSûriye

Bajaroka Xenîfîsê li Humsa Sûriyê hat azadkirin

Artêşa Sûriyê bajaroka Xenîfîsê li parêzgeha Humsa Sûriyê ji koma terorîst a DAIŞ`ê istand.

Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên meydanî, roja pêncşemiyê, qala paqijkirina bajaroka Xenîfîsê li rojahilata El Barideyê ji koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê kirin.

Sibeha îro artêşa Sûriyê li vê mêhwerê, ser El Baride, Sewane û hin bilindiyên vê navçeyê serdest bûn.

Hêzên artêşa Sûriyê li bereyeke din jî pêgehên xwe yên li navçeya Zazayê heya navçeya El Şehmiyê û Teqatu û bajaroka El Şelqîmê, qahêm kirin û zêdetir nêzîkî derbasgeha El Tenefê li ser sînorê Îraqê bûn.

Artêşa Sûriyê li çend rojên buhurî zêde ji hezar û 400 kîlometreyan ji parêzgehên Rîfa Şamê û Humsê, ji bin dagirkeriya koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê azad kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu