Bajarokê Eyîn Cehş li rojhilata Helebê azad bû
Hêzên artêşa Sûriyê roja îniyê piştî şerekî giran tev grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li derûdora bajarokê Eyîn Cehişê li aliyê rojhilata Helebê, karîn vê bajarokê ji destê terorîstan paqij bikin.
Piştî azadkirina bajarokê Eyîn Cehş ji destê terorîstan, artêşa Sûriyê pêngavek din maye bigehêjin bajarokê Tadefê ku axir xeta berevaniya bajarê Babê ye.
Ji bajarokê Tadefê hetanî bajarê Babê 7 kîlomitr in û artêşa Sûriyê gere ku gundên Eran, Bîrebab û Ebûteltelê jî azad bike.
Artêşa Sûriyê pêştir hema li vê bereya şêr bajarokê El-Medyone û zeviyên derûdora vê bajarokê jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin û ber bi girkên isteratijîk ên El-Meşrefe li rojavaya Şêyx Denê pêşketinên xwe didomînin.
Yekîneyên artêşa Sûriyê li rojhilata Helebê karîn piştî azadkirina navçên derûdora Şêyx Den, Dêyr Qaq û Tûmanê ji destê terorîstan, parek pir ji terorîstan jî bikujin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)