NûçeRojhilatanavinSûriye

Bajarokê Hemûrîyê li Xûteya Rojhilatê hat azadkirin

Hevgavê derketina bi hezaran kesî ji Xûteya Rojhilatê, çavkanîyên nûçan ragihandin ku bajarokê Hemûrîyê li Xûteya rojhilata Şamê tam hat azadkirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ku ser bi neyarên sûrî yên hikûmeta Sûrîyê ye, îro ragihand ku bajarokê Hemûrîyê li Xûteya rojhilata Şamê tam hat azadkirinê.

Hevgavê vê yekê bi hezaran kes ji Xûteya Rojhilatê, bi rêya derbasgehên ewleh ên ku artêşa Sûrîyê li bajarokê Hemûrîyê kivş kiribûn, derketin û xwe gîhandin hêzên artêşa Sûrîyê.

Opêrasyona artêşa Sûrîyê ji bo paqijkirina Xûteya Rojhilatê ji komên têrorîst ku serekanîya bêewlehîtîya li Şamê ne, ji 27`ê Sibatê ve destpê bûye û ber bi dawîyê ve diçe.

Heta niha zêde ji sedî 65`ê XÛteya Rojhilatê ku di bin kontrola komên têrorîst de bû, hatîye paqijkirinê û bajarê girîng ê Domayê li bakûra Xûteya Rojhilatê jî ji hêla artêşa Sûrîyê ve tam hatîye dorpêçkirin.

Başa dön tuşu