CîhanEfrîqaNûçe

Yekitiya Efrîqayê darbeya bêencam a li Gabonê şermezar kir

Serokê komîsyona Yekitiya Efrîqayê, darbeya eskerî ya bê encam li Gabonê şermezar kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Mûsa Fekî, serokê komîsyona Yekitiya Efrîqayê îro duşemiyê li Twîtera xwe de nivîsî: Yekitiya Efrîqayê dijberê her cure guherînên li dervey ji çarçoveya  qanûna  bingehîn a welatan e.

Dewleta Gabonê raghand klu  aramî vegeryaye welêt û çar kes ji pênc eskerên ku êriş kiribûn  avahiya radyo netewiyê,  hatin destserkirin û kesek jî reviye.

Hejmarek ji eskerên Gabonê siba roja duşemiyê kontrola radyo neteweyiya vî welatî girtiye destê xwe û ragahndin ku  dê bi zûtirkê hin konseyan  bona rêveberiya vî welatî pêk tînin.

Elî Bongo serokkomarê Gabonê, cotmeha 2018`an  bona beşdariya li konferanseke  aborî çû Erebistanê û pişt re wenda bû.

Dewleta Mexribê, vê dawiyê bi weşandina  raporekê  îdia kiribû serokkomarê Gabonê bo dermana  nexweşiya xwe li vî welatî( Mexribê ) de ye.

Başa dön tuşu