NûçeRojhilatanavinSûriye

Bajarokê Resm El Hermelê li rojhilata Helebê hat azadkirin

Hêzên sûrî di dewama şerê xwe li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê, bajarokê Resm El Hermelê li rojhilata parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê azad kirn.

Li gorî salixdana Fars News`ê, artêşa Sûriyê roja pêncşemiyê bi alîkariya hêzên berxwedanê li rojhilata parêzgeha Helebê, operasiyonek ji sê bajarokên Teyare El Mazî, Resm El Herm El Imam û El Mezbûreyê ber bi baregeh û çeperên têrorîstên DAIŞ`ê dest pê kir û tê da hêzên sûrî karîn ku bajarokê Resm El Hermelê bi tamî azad bikin.

Hêêzn sûrî niha li halê bicihkirin û tesbîta mewqiyên xwe li bajarokê Resm El Hermelê ne.

Li vî halî, hêzên sûrî li halê pêşdaçûna ber bi bajarokên Resm El Hermel, Menazir El Ceref û Eleseyê ne.

Hêzên berxwedanê roja çarşemiyê karîn ku bajarokên Teyare El Mazî û El Mezbûreyê li rojhilata parêzgeha Helebê jî bi tamî azad bikin.

Ev bajarok li bereya bakur a bajarê stratijîk ê Deyr El Cafirê ne ku piştî bajarê El Babê baregeha herî mezin a duyem li rojhilata parêzgeha Helebê tên hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu