Bajarokên Soran û Meirdes dîsan jî di bin kontrola artêşa Sûriyê da ne

Çavkaniyên sûrî ragihandin, nûçeyên ku li ser dagirkirina bajarokên Soran û Meirdes`ê li bakûra parêzgeha Hemayê li rojavya Sûriyê ji aliyê terorîstan hatine weşandin, nerast in.
Çavkaniyên sûrî sêşemiyê bi şev ji pevçûna giran a di navbera artêşa Sûriyê û koma terorîst a Cibhetunusrê li mêhwerên Soran û Me`erdes`ê agahî dan.
Van çavkaniyana ragihandin koma terorîst a Cibhetunusrê bi teqandina trombîleka bombekirî, êrişeka giran ser pêgehên artêşa Sûriyê dest pê kirin. Piştî vê teqînê, pevçûna di navbera du aliyan de bi çekên curbicur ên sivik û giran dest pê bû.
Li gorî gotina van çavkaniyana, ev pevçûn hîn didomin û îdiaya terorîstan li ser dagîrkirina bajaroka Soranê û paşdakişyana artêşa Sûriyê ji Me`erdesê nerast e. (BANGE ÎSLÂMİ)