FilistînNûçeRojhilatanavin

Bajaroknişînên siyonîst cardinê êriş kirin ser mizgevta Eqsayê

Bi dehan bajaroknişînên siyonîst vê sibê cardinê êriş kirin ser mizgevta Eqsayê û îhanet li vî cihê pîroz kirin.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya navenda raghandinê ya Filistînê, zêde ji 60 bajaroknişînên siyonîst ên ku ji aliyê hêzên polîsê Rejîma Siyonîstî ve piştgirî dibin ji aliyê Bab Ul-Muxaribê derbasî nava  mizgevat Eqasayê bûn û li beşên curbicure wê simsîmîn.

Destdirêjiya bajaroknişînên  siyonîst ser mizgvta Eqsayê bi taybet li heftiyên buhurî û hevgavê eyda cihûyan pir zêde bûye û hejmarek ji endamên  parlemana  Îsraîlê( Kênêsêtê) jî di vê midehê de destdirêjî kirine  ser vî cihê pîroz.

Pêştir  Rêxistina zanistî, çandî û hîndekariyê ya NY( UNECCO) cotmeha 2017` an ragahnd ku mizgevta Eqsayê ya misilmanan  e û tu peywndiya xwe bi cihûyan re tine.

Başa dön tuşu