Bi dehan bajaroknişînên siyonîst vê sibê cardinê êriş kirin ser mizgevta Eqsayê û îhanet li vî cihê pîroz kirin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya navenda raghandinê ya Filistînê, zêde ji 60 bajaroknişînên siyonîst ên ku ji aliyê hêzên polîsê Rejîma Siyonîstî ve piştgirî dibin ji aliyê Bab Ul-Muxaribê derbasî nava mizgevat Eqasayê bûn û li beşên curbicure wê simsîmîn.
Destdirêjiya bajaroknişînên siyonîst ser mizgvta Eqsayê bi taybet li heftiyên buhurî û hevgavê eyda cihûyan pir zêde bûye û hejmarek ji endamên parlemana Îsraîlê( Kênêsêtê) jî di vê midehê de destdirêjî kirine ser vî cihê pîroz.
Pêştir Rêxistina zanistî, çandî û hîndekariyê ya NY( UNECCO) cotmeha 2017` an ragahnd ku mizgevta Eqsayê ya misilmanan e û tu peywndiya xwe bi cihûyan re tine.