NûçeFilistînRojhilatanavin

Bajaroknişînên siyonîst destdirêjî li Mizgefta Eqsayê kirin

Çavkaniyênmedyayî qala êrîşa bi dehan bajaroknişînên siyonîst ên tundrê ser Mizgefta Eqsayê kirin.

Bi dehan bajaroknişînên siyonîst vê sibê bi pişetavniya leşkerî îsraîlî destdirêjî li Mizgefta Eqsayê kirin.

Çavkaniyên xwecç ragihandin ku Yehûda gelîk xaxamê tundrê yê siyonîst û endamê berê yê Knîsîsta vê rejîmê hevrêî digel bi dehan bajaroknişînan di bin tevîrên giran ên ewlehî êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kirin.

Di vê raporê da hatiye, Vî xaxamê siyonîst hevrê digel bajaroknişînan piştî destdirêjiya ser Mizgefta Eqsayê bi awayekî handêr rêûrisma Telmûdî li qadên wê li dar xistin.

Mizgefta Eqsayê wek sembola sereke ya pênaseya îslamî-filistînî ya bajarê Beytulmuqedesê hertim ketiye ber armanca kiryarên wêranker ên Rejîma Siyonîst.

Rejîma Siyonît ji sala 2003an va rê dide bajaroknişînan ku bi behaneyên cûrbicûr êrîşî ser Mizgefta Eqsayê bikin; Ev di rewşekê da ye ku Navenda Ewqafa Îslamî ya bajarê Qudsê ya ser bi Wezareta Ewqafê ya Urdinê wek brpirsa vê mizgeftê ev êrîşî şermezar û red kirine.

Başa dön tuşu