CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Tekîda Larîcanî ser pêwîstiya hevkariya navbera welatên cîhanê ji bo qahîmbûna aşitiya cîhanî

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li peyamek ji bo serokên hemû parlemanên cîhanê destnîşan kir; Meclisa Îranê bona aşitiya cîhanî amade ye ku gel hemû parlemanên cîhanê hevkariyê bike.

Li gor rapora IRIB News`ê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li peyama xwe ya îro şemiyê ji bo serokên hemû parlemanên cîhanê destnîşan kir; Gotin û dersên ku pêxemberên îlahî dane beşer mizgîniya aşitî, edalet û beranberî û bexreweriya civata cîhanî ye ku cîhana îro pirtir ji her dewranekî din hewcetî bi van dersan heye.

Larîcanî li vê peyama xwe bilî pîrozbahiya gehêştina salvegera mîlada Hezretê Mesîh(s) û sala nû ya mîladî destnîşan kir:Pêwîste ku bona serê xwe girtina van cure hedef û armancên pêxemberan, peyrevên dînên îlahî bi hevra gotûbêjê bikin.

Li peyama serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê ji bo serokên hemû parlemanên cîhanê ser nexş û rola nûnerên parlemanan bona serê xwe girtina aşitî û qahîmbûna aşitiya cîhanî hatiye destnîşan kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu