CîhanNûçe

Balafira Endonezyayê ket: 12 kes mirin

Di qezaya balafira polîsan a tîpa M-28 Sky Truck a Endonezyayê ku li bajarê Pangkal Pinang a bajarê Sîngapûrê ketibû xwarê, 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Serokê Pêwendiyên Gel yê Asayîşa Giştî ya Giravên Riau’yê Kabîd Humas di daxuyanike xwe de ragihandibû, balafira Endonezyayê li Eyaleta Kabupaten Lingga ya Giravên Riau’yê ketiye û ji demjimêr 11.10’an pêwendî pê re qut bûye.

Li gor zanyariyan herî dawî li demjimêr 11.28’an pêwendî bi balafirê re hatiye kirin, lê piştî qutbûna pêwendiyê tîmên lêgerînê dest bi xebatên xwe kirine li herêmê.

Kavilên balafirê ji aliyê masîvanên Endonezî ve li dorûbera Giravên Riau’yê hatin dîtin ku hat diyarkirin, 2 jê pîlot 12 kesên di balafirê de can dane. Li ser bûyerê ji aliyê karbidestên Sîngapurî yên asîmaniyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu