CîhanEwropaNûçe

Balafira ku pere vediguhestin hat revandin

Çekdarên nenas li Kolombiyayê balafireke biçûk a kargoyê ku pereyên gîşeyan berhev kiribû hat revandin. Di balafirê de 610 hezar dolar pere hebû.

Li gor daxuyaniya Îdareya Hewageriya Sivîl a Kolombiyayê, balafireke biçûk a kargoyê bi modela Cessna Piper a aîdî şîrketa AeroGalanê piştî li Balafirxaneya Aguachicayê daket ji aliyê kesên çekdar ve hat revandin.

Piştî bûyera revandina balafirê balafirxaneya Aguachicayê hat girtin, berpirsên îdareya hewagerî û hêzên ewlehî ji bo tespîtkirina cihê balafira revandî dest bi lêkolînan kirin.

Ji aliyê din ve li gor îdîaya çapemeniya herêmî ya Kolombiyayê ku dispêre şahidên bûyerê kesên çekdar ku balafir revandin alên Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) li ser van bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu