AsyaNûçe

Balafira leşkerî ya rûsî ku 39 kes têde bûn li Sibiryayê ket

Balafira leşkerî ya rûsî ku 32 wezîfedar û 7 muretebat (zabit) bi tevahî 39 kes têde bûn li Sibiryayê ket erdê. Li bara kuştî û birîndarên ji ber vê qezayê de çavkaniyên curbicur agahiyên newekhev dane.

Ajansa Sputnîkê ragihandiye ku wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku tu kes nemiriye tenê 16 kes bi giranî birîndar bûne.

Balafira leşkerî ya rûsî ku 32 wezîfedar û 7 muretebat bi tevahî 39 kes têde bûn li Sibiryayê ket.
Wezareta Parastin a Rûsyayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihandiyet: “Hemû rêwiyên di balafirê de li heyatê ne. Tenê 16 kes birîndar bûn. Helîkopterên lêgerîn û rizgarkirinê rêwî gihandin navenda tendirustî ya Tiksiyê.” Li gorî daxuyaniyên çavkanî, sedema qezayê dibe ji şertên hewayî pêk hatibe.

Ajansa Novîstiya ya Rûsyayê ragihandiye ku ji ber vê bûyerê herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û balafir jî ji ber ketinê bûye sê perçeyan. Lê belê çavkaniyên din diyar kirine ku bi tenê 4 an 5 kes ji lêniştiyên vê balafirên sax mane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu