AsyaNûçeRojhilatanavin

Balafira Rûsyayê li Behra Spî ket

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku balafira ji cureya MiG-29ê ku ji keştiya Admiral Kuznetsov firiyaye li Behra Spî ketiye. Pîlotê balafirê jî xwe bi parasûte avêtiye û bi saxî xilas bûye.

Hate diyarkirin ku balafira MiG-29ê dema firînên perwerdehiyê dikir û ji ber sedemên teknîkî dema xwe datanît ketiye. Herwiha Wezaretê destnîşan kir ku ketina balefire di planên keştiya balafirên şer ya li Behra Spî de tu guhertinek çênekiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu