ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Îranê ser dozvekirina dijî Amerîkayê

Piştî dayîna hukmê Dîwana Bilind a Dadweriya Amerîkayê li bara zeftkirina nîzikî 2 milyard dolar ji daratiya blûkebûyî ya Îranê bona xerametdayîna malbatên wan kesên ku li teqîna sala 1983`an li Bêyrûtê hatine kuştin, dengê xwe ragihand, Îranê jî ragihand ku vê meselê ji riya dadgehên navnetewî va dişopîne.

Nivîsgeha saziya serokomariya Îranê duh duşemê ragihand ku li vê barê dijî Amerîkayê dozekê vedike.

Muhemmed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê jî ragihand ku dewleta Amerîkayê berpirsê parastina daratiya Îranê ye û eger li vê barê destdirêjiya ser daratiya Îranê bê kirin, Îran dê dawa xisaretê ji Amerîka bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu