NûçeRojhilatanavinSûriye

“Amerîka, li Sûriyeyê amadeye ku bi şeytan re jî hevkariyê bike”

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Amerîka ji bo guherandina rejima Sûriyeyê dixwaze bi şeytan re jî hevkariya bike, dikare tifaqê bi terorîstên ku dixwazin demê berepaş vegerînin re bike û ev nêrîna wê her diçe zelal dibe.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Rîskên li Sûriyeyê pir mezin bûne. Heke piştî vê biryara Amerîkayê li Sûriyeyê êrişên terorîstî pêk werin berpirsyar Qesra Spî ye. Bijarte ya Washîngtonê ye, divê ji bo pêşeroja gelê Sûriyeyê nîqaşên aqîlane bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu