Balafirên Artêşa Tirkiyê rehmê li xelkê sivîl nakin û her derekî Babê wêran dikin
Artêşa Tirkiyê bi armanca dagirkirina bajarê Babê li bakûra Sûriyê bê hedef û bê serûber bajar topbaran û bombebaran dikin û malên xelkê sivîl li ser sere wan hildiweşînin.
Wêneyên ku ajansên nûçeyan yên navçê û cîhanê ji wan ANHA Newsê li bara bajarê Babê weşandine hovîtiya artêşa Tirkiyê li vî bajarî de derdixe holê. Hin wêneyên bajarê Babê ku gihîştin destê me asta wêranbûna bajarê Babê ji aliyê artêşa dagirker aTirkiyê ve radixe ber çavan. Di wêneyan de malên sivîlan bûne kavile û bi erdê re bûne yek.
Balkêş e di wêneyan de cihên ku hatine rûxandine ne navendên terorîstên DAIŞ`ê ne berovajî wê cihên ku sivîl têde dimînin li ser sere wan hatine hilweşandin.
Artêşa Tirkiyê a dagirker heta niha gelek komkujî li bajarê Babê û navçeya Tadife ku dikeve başurê Babê pêk anîne. Di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî. Eva di rewşekê ye ku civaka cîhanî xwe li ber vê hovîtiya artêşa Tirkiyê bê deng kiriye û ti dengek ji rêxistinên navneteweyî li hemberî van cinayetan nayê bihîstin
Deweta Tirkiyê îdîa dike ku armanca wê tunekirina terorîstên DAIŞ`ê li bajarê Babê ye, lê di rastiyê de û wêne û dîmenên ku ji bajêr derdikevin rastiya dewleta Tirkiyê careke din dertêxin holê. Ji bûreyên ku niha li Babê rû didin armanca dewleta Tirkiyê bi tenê sivîl in û guhartina demografiya wê navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)