NûçeRojhilatanavinSûriye

Balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê îro çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya bajarê Reqê li bakûra vî welatî dan ber bombeyan

Li gorî rapora mêdyayên sûrî, êrişên balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê hevgavê hewldana neyarên çekdar ên Amerîka pişta wan digire jibo istandina bajarê Reqê wek çepera sereke ya DAIŞ`ê li Sûrîyê ji lepên vê komê pêk hatine.

Ramî Evdilrehman rêvebirê Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê li Londonê berî vîya ragihandibû ku hêzên artêşa Sûrîyê, cara yekem piştî salekê, ji Helebê derbasî parêzgeha Reqê bûn.

Hêzên artêşa Sûrîyê li dawîya pevçûnên li hemberî DAIŞ`ê karîn sêşema buhurî gundên Xirbe Muhsin û Xirbe Sebê li rojavaya parêzgeha Reqê bêxin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu