Li gorî rapora mêdyayên sûrî, êrişên balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê hevgavê hewldana neyarên çekdar ên Amerîka pişta wan digire jibo istandina bajarê Reqê wek çepera sereke ya DAIŞ`ê li Sûrîyê ji lepên vê komê pêk hatine.
Ramî Evdilrehman rêvebirê Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê li Londonê berî vîya ragihandibû ku hêzên artêşa Sûrîyê, cara yekem piştî salekê, ji Helebê derbasî parêzgeha Reqê bûn.
Hêzên artêşa Sûrîyê li dawîya pevçûnên li hemberî DAIŞ`ê karîn sêşema buhurî gundên Xirbe Muhsin û Xirbe Sebê li rojavaya parêzgeha Reqê bêxin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)