NûçeRojhilatanavinSûriye

Balafirên cengê yên Sûrîyê baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li Dêrezorê dan ber bombeyan

Artêşa Sûrîyê karî li Ketîbeya Mehcûreya Sêyem li derdora bakûra parêzgeha Humsê serdest be li halekî ku balafirên cengê yên Sûrîyê baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li Dêrezorê dan ber bombeyan.

Yekîneyên artêşa Sûrîyê opêrasyona xwe dijî komên têrorîst li zêde ji mêhwerekê didomînin. Li derdora rojhilata Humsê, yekîneyên artêşa Sûrîyê piştî kuştina çend têrorîstên DAIŞ`ê, Ketîbeya Mehcûreya Sêyem tam xistin bin kontrola xwe.

Yekîneyên artêşa Sûrîyê herwiha bi hevkarîya hêzên hevpeyman, bi opêrasyoneke berfire cihê kombûna têrorîstên DAIŞ`ê û sitargehên wan li devera Nasirîye-Qerîteynê li devera Mumted li bakûra rojhilata Şamê heta derdora başûra rojhilata Humsê kirin armanca êrişên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu