Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Balafirên cengê yên Tirkîyê duh taxên xelknişîn ên bajarê Babê li bakûra rojhilata Helebê dan ber bombeyan: 88 welatî ji wan 7 zarok û 10 jin hatin kuştin

Di encama êrişa balafirên cengê yên Tirkîyê ser bajarê Babê li Sûrîyê da, 88 kes hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), balafirên cengê yên Tirkîyê duh taxên xelknişîn ên bajarê Babê li bakûra rojhilata Helebê dan ber bombeyan.

Di encama vê êrişê da 88 welatî ji wan 7 zarok û 10 jin hatin kuştinê û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî gotina çavkanîyên herêmî, hela cenazên gellek gorîyan di bin kelefeyên avahîyan da mane û diqewime hejmara kuştî û birîndarên vê êrişê jorda here.

Balafirên cengê yên Tirkîyê di 21`ê Mijdarê da jî bajarokê Şêxnasir li rojhilata Babê dan ber bombeyan ku di encamê da 7 welatî hatin kuştinê û 10 jî birîndar bûn.

Ev êrişa bi dû wê pêk hat ku artêşa Tirkîyê duh bi daxûyanîyekê ragihand, 10 serbazên vî welatî di encama êrişa bi teqandinê ya DAIŞ`ê li bajarê Babê li bakûra Sûrîyê da hatin kuştinê û 18 jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu