İslami Davet Kurdi Bange İslami

Balafirên cengî yên amerîkî hîn sivîlên sûrî dikujin

Li dewama cinayetên Hevpeymaniya Amerîka ya qaşo dijî DAIŞ`ê, 9 welatiyên sûrî li bakûra rojhilata Sûriyê kuştinê.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê çavkaniyên xwecî û medyayî yên Sûriyê, balafirên cengî yên hevalbendiya amerîkî li cinayeteka nû ya dijî sivîlên sûrî, herîkêm neh kesan li gundekê li dorhêla başûrî ya bajarê Hesekê kuştin û hin xisar jî li xelkê û mal û heyiyên wan xistin.

Balafirên cengê yên amerîkî hefteya buhurî jî bi bombebarana gundê El Debelanê, bajarê El Meyadînê û bajaroka El Suwerê li parêzgeha Dêrezorê li rojhilata Sûriyê, zêde ji 90 kesên sivîl kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar kirin ku para zêde ya goriyên van êrişan jin û zarok bûne.

Hevalbendiya dijî DAIŞ`ê ji Tebaxa 2014`an ve êrişên xwe ser Sûriye û Iraqê dest pê kirine, ev êrişane hertim xelkê bêsûc kirine armanc û di encama van êrişan de welatiyên sûrî û iraqî hatine kuştin.

Exit mobile version