IraqNûçeRojhilatanavin

Amadetiya Hîva Sor a Iraqê ji bo alîkariya awareyên Mûsilê

Rêxistina Hîva Sor a Iraqê ragihand ku ji bo dayîna alîkariyê bo derdora miliyonek ji awareyên ihtimalî yên bajarê Mûsilê ji ber şer û pevçûnên azadkirina vî bajarî amade ye.

Li gorî nivîsîna malpera Someriye News`ê ya Iraqê, hevdem digel destpêbûna şerê azadkirina bajarê Mûsilê di vê sibê da Rêxistina Hîva Sor a Iraqê ragihand ku ev rêxistina bi zêdetir ji du hezar kes ji hêzên xwe ji bo hawargihaniya bo awareyên vî bajarî di encama şerê hêzên iraqî li dijî koma tekfîrî û têrorîst a DAIŞ`ê amade ye.

Li gorî vê raporê, ev rêxistina bi damezirandina du navendên hawargihaniyê li Hewlêr û Selahedînê dê alîkariyên pêwsît bigihîne malbatên ku dê ji bajarê Mûsilê derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu