IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Balafirên Îraqê li nav axa Sûriyê li DAIŞê da

Artêşa Iraqê duh êvarê li daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên vî welatî odeya operasiyonê ya koma terorîstî ya DAIŞê di nav axa Sûriyê de kirin hedef û hilweşandin.

Li gor nûçegihanê IRIB newsê, artêşa Iraqê li daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca vê êrişê  îmhakirina meqerên herî dawiyê yên DAIŞê bû ku di encama wê de gelek ji serkirde û fermandên DAIŞê hatin kuştin.

Artêşa Iraqê dibêje ku ev operasiyona bi havahengiya Şamê cih hat.

Tevî têkçûna DAIŞê di nav axa Sûriyê û Iraqê de hîn jî hin komên vê grûpa terorîst li ser sînorên du welatan êrişên terorîstî pêk tînin.

Başa dön tuşu