Balafirên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike ‘paytextê’ rêxistina terorîst a DAIŞê Reqqa bombebaran kirin. Li gorî zanyariyan 20 sivil hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya SANAya Sûriyeyê, balafirên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike herêma niştecih a bakurê Reqqayê bombebaran kir û û di bombebaranê de herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)