FilistînNûçeRojhilatanavin

Balafirên Rejîma Siyonîstî şeva borî êrişî ser zîvala Xezê kirin

Li gor vê nûçeya TV ya Al-Mayadeen, balafirên Rejîma Îsraîlê rojhilatê Kampa El-Berîc di navenda zîvala Xezê de bombebaran kirin ku di encamê de 5 filistînî birîndar bûn.

Çend saetên berî niha navenda ragihandinê ya Filistînê jî diyar kir ku balafirên Rejîma Siyonîstî yên bêpîlot komek ji ciwanên filistînî kirin hedefa êîrişa xwe .

Helîkopter, balafir û topxana artêşa Rejîma Siyonîstî li van rojên dawiyê bi caran deverên curbicur li Zîvala Xezê kirine hedefa êrişên xwe û gelek filistînî şehîd û birîndar kirine.

Başa dön tuşu