Balefireke rêwiyan ku hilgirê lîstikvanên tîmeke fûtbolê ya Birazîlê bû li Kolombiyayê ketiye erdê.
Rayedarên balefirgeha navneteweyî ya Modlîn Bogotaya paytexta Kolombiyayê ragihandin ku ev balefira ji başûrê Birazîlê ber bi Kolombiyayê ve diçû ku ket erdê.
Hîn diyar nîne ku gelo ji lêniştiyên vê balefirê kesek zindî maye an ne.
Li gorî hin raporan ev balefira hilgirê 81 rêwiyan bûye. Li gorî hin raporan jî 72 kes li vê balefirê de bûne.
Medyayên herêmê ragihandin ku ev balefira hilgirê lîstikvanên tîma fûtbola Çapê Koînzê ya Birazîlê bû û biryar bû ev tîma li pêşbirkên Sodamerkanayê tev tîma Eteltîkoya Nasyonal li Modlînê bilîze.
Tîma fûtbola Çapê Koînzê ya Birazîlê li pêşbirkên lîga desteya ewil a vî welatî dilîze.
Hîn hûrgiliyên vê buyerê nehatine weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)