CîhanEwropaNûçe

Balefirek leşkerî ya Amerîka li Arîzona ketxwar!

Duh balefirek F-16 a leşkerî ya Amerîkayê li başûrê eyaleta Arîzona ketxwar.

Li gor nûçeya malpera CBCNews rêveberiya millî ya esmanî ya Amerîkayê li gel ew nûçe piştrast kiriye, derbarê çarenivîsa balefirvanê balefirê de heta naha ti agahiyek berdest tineye.

Li gor heman çavkaniyê tîmeke hewarçûnê bo lêkolîna li bûyerê hatiye pêkanîn, ku hûrgiliyên bûyerê derxe holê û çûye cîhê bûyerê. Lê heta naha ti agahiyên bi hûrgilî nehatine dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu