AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka wezareta derve ya Îranê derheq gotinên wezîrê derve yê Tirkiyê li dij Îranê

Berdevkê wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Tirkiyê li civîna ewlehiyê ya Munîxê li dijî Îranê bi şidet rexne kirin û destnîşan kir ku bêhna dijminatiyê ji van gotinan tê.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu li axivtinekê li Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê li gotinên ku bêhna dijminatiyê ji wan tê îdia kir ku kar û kiryarên Îranê li navçê de bê îstiqrarî û bi ewlehiyê çê dike.

Li gor rapora dayira giştî ya Dîplomasiya Medyayê ya wezareta derve, berdevkê wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî duh gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Tirkiyê li civîna ewlehiyê ya Munîxê li dijî Îranê bi şidet rexne kirin û got: Ewên ku li fikr û xeyala xav ya vegerîna ser dewrana emperatoriyê ne û li karûbarên welatên din mudaxile dikin û dest davêjin her kar û kiryareke nerewa û neqanûnî û bi eşkera piştgiriya grûpên terorîstî dikin û dibin sedema rijandina xwînên bê gunehan  û xelkê sivîl û agirê bê îstiqrarîû bê ewlehiyê berdidin navçê  nikarin sûç û guneha xwe bavêjin ustiyê yên din û xwe ji bin barê van kar û kiryaran derxin.

Behram Qasimî herwiha got: Ew divê bizanin sebebkarê bê îstiqrarî û bê ewlehiyê bi tenê ew bi xwe û çend welatên din in ku wan hemûyan bo vî karî dest dane hev, vêca ew nikarin bi girêdan tumet û boxtanan li yên din xwe ji vê herzeg û qopiya ku bi xwe ew çê kirine bifilitînin.

Qasimî got: Siyaseta beraqil a Îranê li bara navçê de hertim parastina ewlehî û îstiqrara welatên navçlê bi giştî û cînarên wê bûye û gelek ji rewletên bi însaf ên navçê û cîhanê jî ji vê siyaseta Îranê pêşewazî kirine û bi vê yekê li xwe mukir hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu