NûçeRojhilatanavinSûriye

Balefirên şer ên Rûsî 40 çekdarên DAIŞê kuştin!

Balefirên şer ên Rûsyayê binkeyên veşartî yên rêxistina terorîst a DAIŞê bombebaran kirin û 40 çekdarên wê rêxistina terorîst kuştin.

Li gor beyanameya wezareta berevaniya Rûsya îro 08.09.2017ê ku hatiye belav kirin de, bombebaran roja 05.09.2017ê li ser binkeyên DAIŞê yên li bin erdê yên li navçeyek nêzîk bajarê Dêrezor li Sûriyê pêkhat.

Wezareta berevaniya rûsî ragehand, ku bombebaran ji aliyê balefirên şer ên bi coreya sîxoyî yên 34 û 35 ve pêkhatiye. Li gor daxuyaniyê piştî zanyariyên îstixbaratê derbarê civîna rêveberên DAIŞê yên li wê navçeyê bombebaran pêkhatiye.

Herwaha hat zanîn ji ber bombebaranê 40 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, ku çar ji wan rêveberê wê rêxistina terorîst bûn, ku di nav wan de Ebu Mihemed Şîmalî ku berpirsê çekdarên biyaniye û Gulîmrad Helîmov jî wezîrê şer ê DAIŞê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu