IraqNûçeRojhilatanavin

Hîn metirsî heye DAIŞ çekê kîmawî bikar bîne

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê egera bikaranîna çekê kîmawî ji aliyê DAIŞê ve di operesyona kontrolkirina Mûsilê de, hişyariyê dide û şarazeyên wê pirsê jî dibêjin, karînên çekarên DAIŞê hene û keresteyên pêwîst li ber destê wan hene, ku çekê kîmawî çê bikin.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye, ku Birîkarê Wezareta Derve Omer Berzancî li Holandayê di kongreya qedexekirina çekê kîmawî de gotarek pêşkêş kir û amaje bi metirsiyên bikaranîna çekê kîmawî ji aliyê DAIŞê kir. Berzencî hişyarî da, ku metirsî heye di operesyona Mûsilê de DAIŞ wî çekî bikar bîne.

Herwiha Berzencî ragihand, bombebarankirina bajarê Helebce bi çekê kîmawî hîn di bîra Iraqiyan de ye, ku di sala 1988an de Helebce bi wî çekî qedexe hate bombebarankirin, ji ber wê jî 15 hezar kes şehîd û birîndar bûn.

Berzencî di kongreyê de li ser dawî rewşa meydanî ya şerê Mûsilê rawestî û amaje bi bi serkeftinan kir, ku hêzên Iraqî li parêzgeha Neynewayê bi giştî û li nava bajarê Mûsilê bi taybetî bidest anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu