IraqNûçeRojhilatanavin

Balyozê Behrêynê li Bexdayê bo Wezareta karên derve ya Iraqê hat vexwendin

Li pey bhurmetiya Wezîrê karên derve yê Behrêynê li Seyid Muqteda Sedr Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê, Wezareta karên derve ya Iraqê Selah El Malikî balyozê behrêynê li Bexdayê xwest û li hemberî vî karî nerazîtî nîşan da.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Iraqê Yekşemiyê bi şev ragihand ku ev nerazîtî ji ber gotinên bi bêrêzî yên Xalid Bin ehmed Alê Xelîfe Wezîrê karên derve yê Behrêynê li dijî Seyid Muqteda Sedr pêk hatiye û nivîsîeke itirazî radestî wî hatiye kirin.

Li vê nivîsê tevî itirazê, li ser pêwîstiya rêzgirtina li hakimiyeta neteweyî ya Iraqê hatiye pêgirî kirin.

Bi hezaran kes ji iraqiyan li ber avahiya Balyozxaneya Behrêynê li Iraqê bi nîşana nerazîtiya li hemberî bêrêziya Wezîrê karên derve yê behrêynê li dijî Seyid Muqteda Sedr kom bûn.

Muqteda Sedr roja Şemiyê dilgiraniya xwe ji zêdebûna destwerdanên li karên navxweyî yên Iraqê diyar kir û daxwaza wêdadayîna serokên Alê Xelîfe jibo çareserkirina qeyrana vî welatî kiribû.

Li pey wê yekê Wezîrê karên derve yê Behrêynê bi twittekê bêrêzî li Rêberê tevgera Sedr a Iraqê kir ku ev bêrêzî bû sebeba bertekên siyasî û gelanî û şermezarkirina berfireh a wezîrê karên derve yê Rêjîma Alê Xelîfe.

Başa dön tuşu