EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Balyozê Brîtanya yê li Tehranê bo Wezareta Derve ya Îranê hate gazîkirin

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Balyozê Brîtanyayê ban kir vê wezaretxanê û jê xwest ku derbarê tometbariya Brîtanyayê li dijî Îranê ya derheq êrşa ser du keştiyên neftê bersivê bide .

Li gor IRNAyê, Wezareta Derve ya Îranê, Balyozê Brîtanya yê li Tehranê, Rob Macaire (Rab Mekêyr) gazî kir û derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Brîtanya ya ku bê heger ketiye bin bandora Amerîkayê û bi derew Îranê bi êrşa ser du keştiyên neftê tli deryaya Omanê tometbar kiriye, jê daxwaza zelalkirina vê meselê  kir.

Destyarê wezîrê derve yê Îranê û birêvebirê giştî yê karûbarên Ewropayê li vê wezaretxanê Mehmûd Bêrîmanî nerizamendiya Tehranê derheq îdiaya bê belge ya Brîtanyayê li dijî Îranê ji Balyozê Brîtanya re diyar kir  gotiye ku ji bilî Brîtanya ti welatekî din pêrewî li tometa Amerîka nekiriye û ne Brîtanya û ne Amerîkayê derheq vê îdiaya xwe ti belgeyek nîşan nedane ku îdbat bike destê Îranê di nav wan êrşan de ye.

Bêrîmanî ev tometa Waşîngton û Londonê li dijî Îranê şermezar kir û nerazîtiya xwe ya tund li hember wê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Brîtanya ragihandiye û ji hikûmeta Londonê xwastiye ku helwesta xwe di vê barê de zelal bike.

Balyozê Birîtanya jî ragihandiye ku ewê bilez vê daxwaza Îranê bigehîne Wezareta Derve ya Brîtanyayê.

Sibeya roja pêncşemê du keştiyên ku neft ji Japonyayê re dibirin li derya Omanê ketin ber êrişê û agir bi wan ketin, piştî vê yekê qayiqên îranî bi lez çûn alîkariya personelên keştiyên hanê da ku wan rizgar bikin û ew ji bo derman û alîkariyê anîn bendera Caskê li başûra Îranê. 

Başa dön tuşu