BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana gelê Behreynê li dijî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe

Gelê Behreynê, li dijî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe li navça El-Meamîrê li rojhilata vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, û ji zarê malpera nûçan a Mename postê, xwenîşandana  gelê Behreynê li navça  El-Meamîrê duh Yekşemiyê bi armanca raghandina  emegdariya bo şehîdên  vî welatî û hevgirtina  bi zindaniyên  li zindana  Rejîma  Alê Xelîfe hat lidarxistin.

Xwenîşanderên  behreynî hin ala û plakard bilind kiribûn ku ser wan hatibû nivsîn: “Heya  sernixûniya Rêjîma  Alê Xelîfe em li kêlka we ne“.

Xwenîşanderên behreynî her wiha  bi avêtina hin sloganan ser dewama xebatên  tevgerên siyasî- inqilabî û heqê gelê Behreynê jibo kivşkirina  çarenivîsa xwe teqez kirin“.

Behreyn ji 14ê Sibata 2011an  ve şehedê serhilana  gelanî li dijî Rejîma  Alê Xelîfe ye. Nerazî daxwaza wêdeçûyîna Rejîam Alê Xelîfe û azadiya zindaniyên siyasî dikin.

Li encama  nearamiyên  Behreynê heya niha  bi dehan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Rejîma Alê Xelîfe mafê welatîbûnê yê pirraniya neyar û çalakên siyasî îbtal kiriye an hewsên  giran ji wan re biriye.

Başa dön tuşu