Balyozê Îranê li Bexdayê: Derfirotina cereyan û gaza Îranê bo Iraqê didome
Balyozê Îanê li Bexdayê diyar kir: Derfirotina cereyan û gazê bo Iraq û beşdariya Îranê li xebatên avedankirina welatê hanê li dewra piştî DAIŞ`ê didome.
Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Îrec Mescidî, piştî hevdîtina bi taximek ji odeya bazirganî ya Iraqê û hejmarek ji bazirganên vî welatî re got: Îran daxwaza iraqeke bi hêz, bi ewleh û yekperçe û pêşketî dike.
Li gorî gotina Nebîl El-Enbarî serokê odeya bazirganiyê ya parêgeha Kerbelayê li hevdîtina taxima bazirganiyê ya Iraqê bi balyozê Îranê li Bexdayê re, hevkariya şîrketên îranî bi xwediyên şîketên iraqî re ji bo destpêkirina projeyên çêkirina berheman di hundirê Iraqêde derwsa kirîna ji Komara Îslamî ya Îranê û alîkariya wan bo Iraqê jibo ku ev welata bibe welatekî berhemhêner ne ku bikarhêner, gotûbêj hatkirin.
Serokê odeya bazirganiyê ya parêzgeha Kerbelayê her wiha got: Her wiha li bara qeyrana kêmasiya avê li Iraqê û beşdariya şîrketên xebitandina sermaya Îranê li bazara Iraqê gotûbêj hatkirin.