BehreynNûçeRojhilatanavin

Mehkemekirina welatiyên asayî yên behreynî li dadgehên eskerî

Parlemana Behreynê îro yekşemiyê plana pêşniyarkirî ya paşayê vî welatî derheq hêsankirina mehkemekirina xelkê sivîl li dadgehên eskerî pejirand.

  Li gorî rapora Reutersê, li gorî plana  Rejîam Alê Xelîfe ji niha şûnde , dadgehên  eskerî hemî sûçên ku li qanûnê hatine  naskirin, hildikole. Ev biryara  rastî nerazîbûna  berfireh a çalakn hatiye.

Parlemana  Behreynê nasyar bi Konseya şêwirînê ku 40 endamên wê hene  û endam ji aliyê paşa ve tên  bijartin, ev plana  pesend kir.

Li vê planê hatiye îdia kirin ku dadgeha eskerî li hilkolandina dosyeyan pir neramtiyê nîşan dide û di dema herî kêm de meselan hildikole.

Gelheya Behreynê bi qasî  milyonekê ye  û zêde ji sê hezar kes li vî welatî zîndaniyên siyasî ne.

Rêxistina Efûya Navneteweyî vê dawiyê daxwaza betalkirina  hukmên îdamkirina  inqilabiyên behreynî kiriye.

Grûpên berevanê mafên mirovan jî bi caran  Rejîam Alê Xelîfe ji ber serkutkirina neyaran  şermezar kiriye û ji vê rejîmê xwestine jibo cihanîna  reforman  li sîstema  siyasî ya Behreynê bikevin tevgerê.

Gelê Behreynê ji Sibata sala 2011`an va her roj bi xwenîşandan û nerazîbûnên  li kolan û çarsiyan, daxwaza wêdebirina  Rejîma Alê Xelîfe û azadiya  zindaniyên siyasî kirine.

Nerazîbûnên şeşsalî yên gelê Behreynê tevî kiryarên serkutkirane yên  Rejîma Alê Xelîfe didomin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu