ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Balyozê Îranê li Iraqê sersaxî ji malbatên qurbaniyên êrîşên Tirkiyê re xwest

Balyozê Îranê li Iraqê çû Wezareta Karên Derve ya vî welatî û pirtûka bîranîna qurbaniyên teqîna devera Zaho ya parêzgeha Dihokê îmze kir.

Muhemed Kazim El-Sadig, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan, dewlet û gelê Iraqê re xwest û bal kişand ser piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji aramî û ewlehiya Iraqê.

Di van salên dawî de Tirkiye bi hinceta tepeserkirina pêkhateyên PKK’ê gelek caran êrîşî Iraqê kiriye û dem bi dem êrîşan pêk tîne.

Ev êrîş ji aliyê hikûmeta Iraqê û welatên din ên cîhanê ve rastî berteka tund hat.

Çarşema borî di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser navendeke geştiyariyê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê, herî kêm 9 sivîl hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu