ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê bi Wezîrê Plandarêştinê yê vî welatî ra hevdîtin pêk anî

Wezîrê Plandarêştinê yê Iraqê û Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hevdîtin pêk anîn û derbrê pêwendiyên dualî bi taybet di warê abûrî da bi hev ra axivîn.

Nûrî El Dêylemî, Wezîrê Plandarêştinê yê Iraqê roja Çarşemiyê li hevdîtina bi Îrec Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê ra, dosyeya ticarî û abûrî ya du welatan û rêyên xurtkirina asta danûstandinên ticarî hilkolandin.

Wezîrê plandarêştinê yê Iraqê li ser girîngiya geşepêdana asta pêwendiyên dualî li warên pizişkî û ticarî ku di dewreya bihurî da geşatiyeka berbiçav hebûye, pêgirî kir.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, Îrec Mescidî jî li vê hevdîtinê got: Îran bi awayekî taybet li mijara berfirehkirina pêwendiyên dualî tev Iraqê dinêre û ev pêwendî li gorî berjewendiyên hevpar e.

Beriya vêya, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê li hevdîtina bi Heyder Ebadiyê serokwezîrê berê yê Iraqê ra, tevî pêgiriya li ser dewama piştgiriyên Îranê ji Iraqê di serdema nûavakirinê da, amadetiya Têhranê ji bo hevkariya tev Bexdayê di hemî waran da ragihand.

Başa dön tuşu