CîhanNûçeRojhilatanavin

Balyozê Rûsyayê yê li Sudanê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe ya li Hartumê mirî hate dîtin

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragiahdn ku Balyozê Rûsyayê yê li Sudanê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe ya li Hartumê mirî hate dîtin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, sedema mirina dîplomatê rûsî yê 62 salî hê nehatiye zanîn û ji sala 2013an ve li Sudanê wezîfeya balyoziyê dimeşîne. Dîplomatê rûsî berî Sudanê li Misir, Yemen, Erebîstana Siûdî û li Ruandayê wezîfe kir.

Wezareta Derve ya Sudanê jî mirina balyoz serast kir. Berdevkê wezaretê Garibullah el Hadar di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Balyozê Rûsya yê li Hartumê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe canê xwe ji dest da.

El Hadar ji bo mirina balyoz sersaxî ji gelê rûs, hikûmet û ji malbata wî re xwest û ragihand ku Şirinskiy ji bo pêşxistina têkiliyên her du welatan kedeke mezin da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu