ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Balyozê Sûriyê li Têhranê: Deriyên Sûriyê li ser çalakiya beşa sivîl a abora Îranê vekirî ne

Balyozê Sûriyê li Têhranê li vê hevdîtinê hevkariya aborî digel Komara Îslamî ya Îranê mijara sereke ya welatê xwe da zanîn û got: “Sûriye û Îran divê pêngavine qahîm ji bo xurtkirina pêwendiyên xwe rabikin”.

Ednan Mehmûd her wiha daxwaza damezirandina odeya bazirganiya hevpar a du welatan kir û ji endamên erkantiya taybet a odeya Îranê ji bo nûavakirina Sûriyê xwest ku sefera vî welatî bikin da ku nexşeyek ji bo avakirina dubare ya Sûriyê were amadekirin.

Xulamhusêyn Şafêyî jî li vê hevdîtinê qala şandina vexwendinnameya fermî bo serokê odeya Sûriyê bi mebesta sefera çalakên aborî yên vî welatî bo Têhranê kir û destnîşan kir: “Çalakên aborî yên Îrqanê bona hevkariya bi hevtayên xwe yên sûrî ra hewcedara zanyariyên zêdetir û naskirina deqîqtir a bazara vî welatî ne”.

Serokê Odeya Bazirganî, Maden û Cotkariyê ya Îranê ji damezirandina odeya hevpar a Îran û Sûriyê jî pêşwazî kir û li vî warî da daxwaza hevkariyên zêdetir navbera balyozxaneyên du welatan kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu