Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Farûq Kaymakçî di civîna ligel serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî de ragihand, dema paşvekişîn û derketinaserbazên Tirkiyê ji Iraqê nêzîk bûye.
Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Farûq Kaymakçî 22`yê Kanûnê bi serokwezîrê Iraqê yê berê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî re hevdîtinek pêk anî.
Nivîsgeha Nûrî Malikî derbarê hevdîtinê de daxûyaniyek da û têde ragihand, di hevdîtinê de pêşhatên herî dawîn ên herêmê û herwiha yên li Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Malikî di hevdîtinê de li ser pêwendiyên navbera Iraqê û Tirkiyê û asayîbûna pêwendiyên navbera her du welatan da rawestiya û got, ev yeka ser xêra her du welatan û welatiyên wan de ye.
Li gorî vê raporê, Farûq Kaymakçi sefîrê Tirkîyê li Bexdayê jî di vê hevdîtinê da bal kişandîye ser mijara têkoşîna li hemberî têrorîsmê û got ku welatê wî yê piştevaniya xwe di vî warî de ji Iraqê bidomîne.
Kaymakçî ji Malikî re gotiye, Tirkiye rêzê li serwerî û yekîtiya axa Iraqê re digire û ragihandiye, dema derketin û paşdevekişîna hêzên artêşa Tirkiyê ji axa Iraqê nêzîk bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)