Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li merasima vekirina balyozxana Slowêniyê li Têhranê got: Warên zav jibo hevkariya navbera Têhran û Lobliyanayê hene ku bi viyana berpirsên her du welatan dikarin wan jibo berfirehkirina têkiliyan bikar bînin .
Balyozxana Slowêniyê îro bi amadebûna Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê, Barot Paxor serokkomar û wezîrê karên derev yê Slowêniyê li Têhranê hat vekirin.
Serokkomarê Slowêniyê jî vekirina balyozxana vî welatî li Têhranê sembola serketîbûna hevkariyên her du welatan da zanîn û got: Dewletên Îran û Slowêniyê hewil didin ku li çarçêva berjewendiyên hevpar ên gelên xwe pêngavan hilînin.
Wî destnîşan kir: Berfirehkirina peywendiyên dîplomatîk tev Komara Îslamî ya Îranê jibo Slowêniyêgiring e.
Serokkomarê Slowêniyê êvara duşemiyê jibo cihanîna sefereke fermî bi taximeke pilebilind re gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)