ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Bandora sîlehên îranî li şerê dijî DAIŞ`ê li Iraqê

Rawêjkarê serbazî yê serokwezîrê Iraqê pêkutî kir: Rext û sîlehên Îranê ku li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê hatine bikaranînê, bibandor bûne.

Xalid Hemûd rawêjkarê serbazî yê serokwezîrê Iraqê îro li rex serdana xwe ya şeşemîn nîşangeha navnetewî ya Pêşeyên Leşkerî û Berevanîyê li Bexdayê li gotûbêja ligel nûçegihanê ajansa nûçan a IRNA`yê bi gotina vîya ku hevkarî û hevdengîya Îran û Iraqê li şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê bibandor bûye, got: Armanca her du welatan li vî şerî, pêkanîna ewlehîya sînoran û istiqrar û aramîyê ye.

Xalid Hemûd pêkutî kir: Iraq yê sîstema xwe ya ewlehî û berevanîyê bi hevkarîya welatên cîran ji wan Komara Islamî ya Îranê jorda bibe.

Qasim Eirecî wezîrê karên hundur ê Iraqê jî duh dema seredana şeşemîn nîşangeha navnetwî ya Pêşeyên Leşkerî û Berevanîyê li Bexdayê bi nîşandana kêfxweşîya xwe ji ber destkevtên girîng ên leşkerî yên Îranê, got: Dewleta Iraqê bi dû sûdwergirtina ji berhemên leşkerî û berevanîyê yên Îranê ye.

Şeşemîn nîşangeha navnetewî ya Pêşeyên Leşkerî û Berevanîyê ji roja 5`ê Adarê va bi pişkdarîya 80 şîrketên ji 21 welatên dinyayê li Bexdaya paytexta Iraqê destpê bû û îro bi dawî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu