ÎranNûçeRojhilatanavin

Berucerdî: Berfirebûna terorîzmê encama biryarên şaş ên Emerîkayê ye

Elaedîn Berucerdî serokê komsîyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya  meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li hevdîtina Soren Îspersen serokê komsîyona siyaseta  derve ya  meclîsa Danîmarkayê li Têhranê got: Berfirebûna terorîzmê û krîzên wê li encama biryarên şaş ên Emerîkayê û hin hevpeymanên wê pêk hatiye û li halê berfirebûnê ye.

Berûcerddî bêdengiya  medyan li bara cinayetên  hovane yên  Alê Siûd li Yemenê jî rexne kirin û got : Niha kuştina xelkê mezlûm û bêguneh ê Yemenê ji  berûlayên însanî û mafên mirovan jî derbas bûye û ji mînakên eşkere  yên tevkujiyê û cinayeta li dijî mirovahiyê ye.

Serokê komsîyona ewlehiya neteweyî û siayseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li bara qeyrana Sûriyê jî got ku Îran ji destpêka krîzê li Sûriyê ser pêwîstiya  gotûbêjê û muzakira gişt aliyên sûrî piştgirî kiriye û daxwaza rawestana cidî li ber terorîzmê li navçê û cîhanê dike.

Berûcerdî parvekirina terorîzmê ser terorîzma baş û xirab li navçê ji aliyê Emerîkayê şaşitiya din a vî welatî da zanîn û tekez kir: Îran bi micidî ji yekperçetiya erdê Sûriyê û Iraqê piştgiriyê dike û jibo vegerandina aramî û ewlehiyê bo navçê bi welatên din re hevkariyê dike.

Soren  Îspersen serokê komîsyona siyaseta derve ya  parlemana Danîmarkayê jî li hevdîtina tev Berucerdî got: Berfirebûna têkiliyên siyasî, aborî û parlemanî tev  Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî aram û giring li navçê û cîhanê jibo dewlet û parlemana Danîmarkayê pir balkêş e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu