İslami Davet Kurdi Bange İslami

Bangewaziya çalakvanên dijî Siyonîstan li Şîkagoyê ji bo beşdriya li meşa Roja Qudsê

Çalakvanên Şîkagoyê li malpera xwe bi weşandina bangewaziyekê, xelkê ji bo beşdariya li meşa Roja Qudsê vexwendin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, çalakvanên Şîkagoyê li bangewaziyekê ser navê Meşa ji bo piştgîriya ji Filistîn û Qudsê li Roja Cîhanî ya Qudsê, ragihandin ku , meşa Roja Qudsê bi piştgîriya ji Filistîn û Qudsê, îro îniyê, 8`ê meha Hezîranê saet 4:30 deqîqeyan a piştî nîvro (1`ê serê sibê ser dema Têhranê) wê ji ber serkonsûlgeriya Îsraîlê li Şîkagoyê destpê bibe.

Çalakvanên Şîkagoyê li vê bangewaziyê, armanca vê meşê, dijayetiya bi zaliman û piştgîriya ji gelê mezlûm ê Filistînê ragihandine.

Komên wek Yekbûna dijî zilmê, Navenda amerîkiyên welatiyên Filistînê, Kongireya Misilmanan, Dijayetiya bi faşîsmê li Şîkagoyê, Berxwedana Filistîna bêyî îsraîl û hin komên din ev meşa bi rêve dibin.

Îniya herî dawiyê ya meha pîroz a Remezanê li ser fermana Îmam Xumeynî (re), damezînerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin. Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, wê sibê îniyê, 8`ê Hezîranê, beranberî 23`ê Remezana 1439`an a Koça Heyvî, hevgavê Îranê li welatên din ên cîhanê were lidarxistin.

Merasima Roja Cîhanî ya Qudsê îro di siet 10:30 de bi awayekî hevgav li zêde ji 900 bajarên Îranê destpê bû. Zêde ji 5300 raportêr û nûçegihanên navxweyî û bîyanî wêne û raport têkildarî merasima Roja Cîhanî ya Qudsê li seranserî Îranê belav kirin.

Exit mobile version