CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Bangewazîya HAMAS`ê jibo pişkdarîya di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê da

Berdevkê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) xwest ku filistînî bi awayekî berfire di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê yanî înîya dawîyê ya meha bimbarek a Remezanê de pişkdar bibin.

Berdevkê HAMAS`ê Ebdulletîf Qanûi pêgirî ser pêwîstîya pişkdarîya berfire ya gelê Filistînê di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê de kir û ragihand ku armanca lidarxistina wê meşê ragihandina wê yekê ye ku Quds ya misilman û ereban e, nabe Cihû li Qudsê werin bicihkirinê û divê pêşîya hemî planên têkildarî jinavbirina meseleya Filistînê ji wan Danuistandina Sedsalê bisekinin.

Wî herwiha pêgirî kir ku HAMAS bi hevkarîya hemî komên filistînî jibo têkoşîna dijî plana Danuistandina Sedsalê  û cihhatina wê hewil dide û rawêjkarîya komên filistînî têkildarî bidestxistina plana netewî ya hevpar di warê sekinîna himberî wê plana amerîkî û komployên din ên dijî Filistînê da didome.

Berdevkê HAMAS`ê ji Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê jî xwest ku bi pêngavên piratîkî yên wekî poşmanbûna ji bifermînaskirina Rêjîma Sîyonîst û kutakirina hevkarîya digel vê rêjîmê ya di warê ewlehîyê de û herwiha ragihandina işkesta muzakirên sazişê, bi gel û komên filistînî re di warê neyarîya himberî Danuistandina Sedsalê de hevgav be.

Başa dön tuşu