Berdevkê Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) xwest ku filistînî bi awayekî berfire di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê yanî înîya dawîyê ya meha bimbarek a Remezanê de pişkdar bibin.
Berdevkê HAMAS`ê Ebdulletîf Qanûi pêgirî ser pêwîstîya pişkdarîya berfire ya gelê Filistînê di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê de kir û ragihand ku armanca lidarxistina wê meşê ragihandina wê yekê ye ku Quds ya misilman û ereban e, nabe Cihû li Qudsê werin bicihkirinê û divê pêşîya hemî planên têkildarî jinavbirina meseleya Filistînê ji wan Danuistandina Sedsalê bisekinin.
Wî herwiha pêgirî kir ku HAMAS bi hevkarîya hemî komên filistînî jibo têkoşîna dijî plana Danuistandina Sedsalê û cihhatina wê hewil dide û rawêjkarîya komên filistînî têkildarî bidestxistina plana netewî ya hevpar di warê sekinîna himberî wê plana amerîkî û komployên din ên dijî Filistînê da didome.
Berdevkê HAMAS`ê ji Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê jî xwest ku bi pêngavên piratîkî yên wekî poşmanbûna ji bifermînaskirina Rêjîma Sîyonîst û kutakirina hevkarîya digel vê rêjîmê ya di warê ewlehîyê de û herwiha ragihandina işkesta muzakirên sazişê, bi gel û komên filistînî re di warê neyarîya himberî Danuistandina Sedsalê de hevgav be.