FilistînNûçeRojhilatanavinYemen

Bangewaziya Komîteya Birêxistinkirina Xwenîşandanan li Yemenê jibo Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê

Komîteya Birêxistinkirina Xwenîşandanan li Yemenê Sêşemiyê bi şev ji geklê vî welatî xwest ku bi awayekî berfireh tevlî meşa Roja Cîhanî ya Qudsê bibin.

Li gorî rapora kanala Mesîreyê, Komîteya Birêxistinkirina Xwenîşandanan li Yemenê ji gelê vî welatî xwest ku bi dirûşmeya “Na jibo Plana Danûstandina Sedsalê” di xwenîşandanaRoja Cîhanî ya Qudsê  ya dawîn Îniya meha pîroz a remezanê de, beşdar bibin.

Gelê Yemenê her sal bi amadebûna bicoş di meşa piştevaniya ji Qudsê tevî bilindkirina hin dirûşmeyan bi nîşana piştgiriya ji Qudsê, cnayetên Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê li dijî filistîniyan şermezar dikin.

Dawîn Îniya meha pîrzo a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumênî (RE) xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin.

Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê roja Îniyê, 31ê Gulana 2019an berranberî 25ê Remezana 1440ê ya Koça heyvî li welatên cîhanê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu